Serokwezîrê Îsraîl Benjamîn Netenyahu, ji bo bajarê bajarê Urşelîm-Quds ku weke paytextê Îsraîl ji alî Fransayê va jî were naskirin, serdana Fransayê kir.
Serokê Fransa Emmanuel Macron li Koşka Elyseeyê pêşwazî li Netenyahu kir ew piştî hevdîtinê beşdarî di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş bûn.
Di konfransê da, Benjamîn Netanyahu, di derbarê axaftina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da ku, wî di gotarek xwe da Îsraîl weke dewleta terorê û dewleta zarokkuj bi nav kirîye.
Netenyahu di derbarê gotinên Erdogan da axifî û wuha got: “Ez dersa exlaqê ji kêsê ku gundên Kurdan bombebaran dike, nagrim.”
Netanyahu axaftina xwe ya di derbarê Erdogan da herwiha berdewam kir û got: “Ew alîkariya terorîstan dike, gundan Kurdan yên ku di nav sînorê Tirkîyê da cîh digrin, bi xwe bombebaran dike. Ew ne ew kes e ku dersa exlaqê bide me.”