Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî biryara Turmp a derbarê veguhastina balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avivê bo Urşelîmê (Quds) de ragihand, “îro ji bo Îsraîlê rojeke dîrokî ye.”
Benjamin Netanyahu di peyameke vîdeoyî ya tomarkirî de destxweşî li biryara Trump kir û got, ku biryara Trump pêngaveke giring ber bi aştiyê ve ye.
Netanyahu daxwaz ji welatên din ên cîhanê jî kir, ku weke Amerîkayê balyozxaneyên xwe ji Tel Avivê bo Urşelîmê veguhêzin.
Serokwezîrê Îsraîlê herwiha destnîşan kir, her rêkevtineke aştiyê li gel felestîniyan divê wê yekê li xwe bigire, ku Urşelîm paytexta Îsraîlê be.
Ew yek di demekê de ye, ku Felestînî jî daxwaz dikin, ku beşa rojhilatê bajarê Urşelîmê (Quds) bibe paytexta dahatî ya dewleta Felestînê.