Serowezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cîgirê wî Qubad Talabanî serdana Almanyayê kirin. Berê bi Wezîrê Derva Sugmar Gabriel, dû ra jî bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ra hevdîtinek kirin.
Di herdu hevdîtinan da Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên jî amade bû.
Piştî hevdîtinan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, Berlîn piştgiriyê dide mafên Herêma Kurdistanê yên di çarçoveya Destûra Iraqê da.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di derbarê naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku, di civînê da Angela Merkel piştgiriya dewleta xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê anîye ziman û ji Nêçîrvan Barzanî ra gotiye, Almanya piştgirî dide mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.