Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka McMaster beşdarî kongreya salane ya dezgeha Jamestown bû.
McMaster dikongrêda axaftinek kir û di axaftina xwe da li ser pirsgireka di navbera Hewlêr û Bexdayê da wuha got: “Çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ji karên pêşî yên Serok Donald Trump, Wezîrê Derve Rex Tillerson û hemû tîma asayişa netewî ya Amerîka ne.”
McMaster di axaftina xwe da li ser sîyaseta Amerîkayê ya di salên 90î da kiribû sekinî û got: “Di sala 1991an de Amerîka hevkariya Kurd kir û rê li ber wan karên şermezar yên li dijî gelê Kurd li Herêma Kurdistanê dihatin kirin, girt. Ew jî bi riya proseya parastina aramiyê ku ta sala 2003an dirêj kir, ta Amerîka û hevpeymanan di çarçova proseya azadkirina Iraqê de, rêjîma Sedam Husên rûxand.
Di wan salan da Tiştê baş ya ku bûye, geşepêdan li Herêma Kurdistanê bû. Heger li wan tiştên bûne binêrin, dibînin ku mocîze çê bû, bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê ciwan bûn û xelk vegeriyan navçeyên xwe û tevî abûriya lawaz, lê me jiyan û tevger dîtin.”
McMaster di dawîya axaftina xwe dîyar kir ku, ew dixwazin Iraq serkeftî û bihêz be. Ji bo wê jî ew dixwazin pirsgirekên di navbera Hewlêr û Bexdayê zutirîn çareser be.