Serokê Fransayê Emmanuel Macron banga diyaloga lezgîn li Hewlêr û Bexdayê kir û got, ku pêwîste demildest aştî li herêmê serwer be û mafên Kurdan parastî bin. Macron herwiha da xuyakirin, ku divê madeya 140 li gorî Destûra Iraqê were cîbicîkiirn û hêzên mîlîsî yên weke Heşda Şeibî jî li Iraqê nemînin.
Serokwezîr Barzanî jî ragihand, ku di çarçoveya Destûra Iraqê de ew amade ne li gel Bexdayê diyalogê bikin.
Piştî hevdîtina li Koşka Elyseeyê, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xistin.
Emmanuel Macron diyar kir, ku ew ji ber serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cigirê Serokwezîr Qubad Talebanî spasiya wan dike û diyar kir, ku di navbera gelê Kurd û Fransayê de dostaniyeke dîrokî heye û Fransa herdem dostekî nêzîk ê gelê Kurd bûye.
Macron herwiha ji ber şerê li dijî DAIŞê û pêşwazîkirina hejmareke zêde ya koçber û penaberan spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir û got: “Pêşmerge mil bi milê hêzên Iraqî, li dijî terorê şerekî bê wêne kir.”
Serokê Fransayê behsa naveroka hevdîtinê jî kir û da zanîn, ku wî li gel Nêçîrvan Barzanî behsa tekezkirina mafên gelê Kurd di çarçoveya Destûra Iraqê de kirine û got:
“Em berî hertiştî piştgirî didin yekparçebûna xaka Iraqê. Herwiha piştgirî didin misogerkirina mafên rewa yên hemû pêkhateyên Iraqê û mafên Kurdan. Ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera Hewlêr û Bexdayê de Fransa bi her awayî piştgirîyê dike .”
Di berdewama daxuyaniya xwe de Macron şertên ji bo diyalogê jî rêz kir û destnîşan kir:
1- Divê diyalog li ser hîmê Destûra Iraqê birêve biçin.
2- Divê pirsgirêka navçeyên nakok ên madeya 140 a destûrê de hatiye destnîşankirin, li gorî Destûra Iraqê were çareserkirin.”
Emmanuel Macron da zanîn, ku di dema hevdîtina li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de wî ev daxwaz jê kirine:
“Min ji birêz Ebadî re got divê piştî şer hemû grûbên mîlîsên li Iraqê nemînin. Divê dahatên Iraqê bi awayeke dadperwerî werin parvekirin. Pêwîste demildest aştî li herêmê serwer be û mafên Kurdan parastî bin.”
Serokwezîr Barzanî: Me gotiye, ku em ji bo diyalogê amade ne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji ber pêşwaziya li Koşka Elyseeyê û herwiha ji ber alîkariyên Fransa yên di dema şerê li dijî DAIŞê de spasiya wî welatî kir.
Barzanî got: “Serok Macran nîşana dostaniya di navbera Fransayê û Kurdistanê û herwiha Iraqê de ye. Bi baweriya me rola Fransayê giringe ji bo diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê bigihe encameke baş.
Li ser mijara li xalên sînor çespandina desthilata federal de ti pirsgirêkeke me nîne. Me ji Bexdayê re gotiye, ku di çarçoveya Destûra Iraqê de em amade ne danûstandinan bikin.”