Hevseroka Encumena Sûriyê ya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê da xuyakirin ku hilbijartinên îro ji bo bicihkirina sîstema federaliyê pêgaveke din e.
Îro, roja 1ê Berfanbara 2017 hilbijartinên encumenên xwecihî li Rojavayê Kurdistanê birêve çû.
Hevseroka Encumena Sûriyeya Demokratîk, Îlham Ehmed û çend serkirdeyên din yên wê encumenê û saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî proseya dengdanê bûn.
Piştî dengdanê Îlham Ehmed di daxuyaniyeke kurt de ji rojnamevana re ragihand ku, wan li Surîyê pêngaveke din ber bi avakirina sîstema federaliyê avêtine.
Bi gotina Hevseroka Encumena Sûriyeya Demokratîk hilbijartinên îro ji bo avakirina encumenên gel li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê giring didea xuyakirinê û dibêje , „di hilbijartinên encumenîn xwecihî de lîsteyên cuda û hevpeymaniyên cuda hene û ew yek jî nîşaneya demokratîkbûnê ne.“
Derbarê çûyîna şandên partiyên siyasî û saziyên sivîlên ji Başûrê Kurdistanê de jî Îlham Ehmed wuha dibêje, „hatina partî û saziyan rewatiyê dide proseya hilbijartinan û çavdêrîya wan a ji bo hilbijartinê jî rolrkr girîng dibînin.“