Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Ryan Dillon, di konferanseke rojnamevani de ragihand, heta ku pêşkevtineke berçav di danûstandinên Cinêvê de çê bibin, hêzên wan dê li Sûriyê bimînin.
Ryan Dillon eşkere kir ku, Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê kar dike, lê li Sûriyê operasyonên wê bi bê razîbûna hikûmeta wî welatî ne.
Navenda Lihevhatinê ya hêzên Rûsya li Binkeya Esmanî ya Himêmîmê li Sûriyê hefteya derbasbûyî ragihandibû ku Amerîka hewl dide artêşeke Sûrî ya nû ji grûpên tundrew di kampekê de li nêzîkî bajarê Hesekê ava bike.
Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê dabû xuyakirin, armanca Amerîkayê ji pêkanîna wê hêza nû ew e ku rejîma Sûriyê hilweşîne.