Berdevekê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr di parlamentoya Tirkiyê de got: “Ez weke parlamenterekî ji Kurdistanê hatime. Daxwaza min ew e ku ev der bibe banê hevbeş ê Ttirk û Kurdan.”
Li ser gotinên Baydemir parlamenterên AK Partiyê dijberîya xwe nîşan dan.
Dema peyva Kurdistanê ji devê Osman Baydemîr derket parlamenterên AK Partiyê hers bûn û nerazîbûna xwe diyar kirin.
Wekîla Serokê Parlamentoya Tirkiyê Ayşenur Bahçekapilî jî ji Baydemîr pirsî û got:
“Birêz Kurdistan li ku ye?”
Parlamenterê kurd Baydemîr jî destê xwe danî ser dilê xwe ûBahçekapilî bersivand: “Kurdistan ev der e.”
Ayşenur Bahçekapilî bi tundî ji Baydemîr re got:
“Tu ne parlamenterê Kurdistanê yî, tu parlamenterê Rihayê yî.”
Li gorî yasayên Tirkiyê hêj navê Kurdistanê li wî welatî qedexe ye. Herwiha Tirkiyê qedexe kiriye, ku berpirsên hikûmetê û parlamanter peyva Kurdistanê bi kar bînin.
Sedema bikaranîna peyva Kurdistanê, Meclîsa Tirk Baydemir cazakir ku ew du rojan têkilî civînên parlamentoyê nebe.