Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitriy Peskov di konferanseke rojnamevaniyê de diyar kir ku mijara beşdariya Kurdan ya ji bo Kongreya Diyalogê ya Niştimanî ya Sûriyê di navbera serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de hatiye axavtin.
Peskov, li ser pirsa rojnamevanan, di vê babetê da bersiveke kin da û wuha got:
“Divê beşdarbûn giştgîr bibe.”
Wek tê zanîn Serokê Rusyayê Viladimir Putin roja 20ê Mijdarê li bajarê Soçîyê bi Beşar Esed ra hetabû ba hev, rojek şûnda jî bi Serokkomarê Îranê Hasan Ruhanî û Serokkomarê Tirkîyê Tayîp Erdoxan ra civîyabû.