Ez jî weke hemûyan dijîm.
Dema Perestroykayê bû… Gorbaçow…
Postavan derîyê baxçe vekir û got:
– Tu pê hesîyayî, êdî tu komunîst neman!
– Çawa?
– Partî hate girtin.
Tu kes nehat kuştin, tu kes…
Nuha ew bû ku, ew hayaleke mezin bû.
Her tişt wunda bû.
Lê, min çi wunda kir?
Ez nuha jî weke berê dijîm.
Li mala xwe ya bêkonfor, bê av, bê kanalizasyon û bê ardû…
Jîyana min, bi xebatê derbas bû.
Min cot kir û cot kir…
Ew karê min bû.
Û min her dem tenê çend Kopek jê qezenc dikir.
Ez îro jî weke berê tenê makarnayê û kartolan dixwim.
Paltoyê minê biberstûrk, hê ji dema Sovyetê ma ye.
Sar e, li vir her dem berf dibare.
Bîranîna min a herî baş roja zewaca min bû.
Zewaca bi dilketi…
Hê jî li ber çavên mine, ku em çawa ji cem memûrê ku mara me birrîbû vegerîyan, li wir Lilac pişkifîbûn!
Ew tên bîra min ku, heta çend salan em bi aramî jîyan, keçika me bû.
Lê piştî bûyîna keçikê Wadîk dest bi vexwarinê kir û vexwarina Wotkayê…
Ew hê xort bû, çil û du salî…
Nuha ez bi serê xwe tenê dijîm.
Keçika me mezin bû, zewicî û ji me qetîya.
Di zivistanê da berf dibare, hemû gund dikeve bin berfê, xanî, erebe û hertişt…
Carcaran bi hefteyan otobos naxebite.
Li paytext çi diqewime?
Em nizanin.
Hema hema hezar km ji Moskovayê dûr in.
Jîyana li Moskovayê, em tenê di televîzyonê da dibînin.
Ev ji bo me weke sînema ye.
Ez xêncî Putîn û Alla Pugaçova tu kesî nas nakim.
Yek jî mitîng û meş…
Em li vir jîyana weke hergav dijîn.
Di bin sosyalîzmê û di bin kapîtalîzmê da.
„Sor“ ya jî „Sipî“ ji bo me tu car ferq nake.
Em tim li benda biharê ne, li benda çinandina kartolan.
Ez şêst salî me û tu car naçim Kilîsê.
Lê mirov carcaran dixaze ku li hin kesan guhdarî bike û axaftina wan bibihîze…
Axaftina li ser tiştên cûda…
Li ser pîrbûne ku, ew ne tiştekî baş e.
Naxêr, pîrbûn tu tiştekî xweş nîne.
Lêbelê dîsa jî naxwazim bimirim…
We Lilacên min dîtin, ew çawa xweşik in?
Hinek êvaran derdikevim derva, ew ji dûrva diçûriskin.
Di cîhê xwe da disekinim û li wan dinihêrim.
Werin, werin, ez ji we ra jî bisgek biçinim…
Rûpelek ji pirtûka Swetlana Aleksîyewiç a bi navê “Secondhand-Zeit, Leben auf den Trümmern des Sozialismus – Dema Desttengîyê, Jiyana li ser kavilên sosyalîzmê”
Wergera ji Almanî: Îkram Oguz