Medyayeke Kuweytî eşkere dike ku Serokê Sûriyê Beşar Esed bi riya Serokê Rûsya Vladimir Putin re nameyek ji Serokwezîrê Îsrîalê Benjamin Netanyahu re şandiye û têde ragihandiye ku, ew dê xweseriya Kurdan û Duruzan li Sûriyê nas bike.
Li gorî zanyariyên rojnameya Kuweytî ku ji çavkaniyekî Îsraîlî wergirtiye, Esed di dema serdana xwe ya bo Soçî de û hevdîtina li gel Serokê Rûsya Vladimir Putin, ew name radestî Putin kiriye.
Li gor agahîya çavkaniyê, Esed gotiye ,ku ew amade ye li Herêma Golanê (Colan) bi dûriya 40 kîlometran ji sînorê Îsraîlê, pêkanîna devereke bê çek gotûbêj bike.
Beşar Esed herwiha amadehiya xwe nîşan daye ku li ser du deverên otonom an ku xweser ji bo Kurdan û Duruziyan li Sûriyê biaxivin.
Rojnameya El Cerîde diyar dike ku, Netanyahu di pêwendiya telefonî ya li gel Putin de bersiva nameya Esed nedaye, lê piştre ew mijar li gel şêwirmendên xwe yên asayişa netewî gotûbêj kiriye.
El Cerîde radigihîne, ku Îsraîl piştgiriya guhertina sîstema niha ya Sûriyê û damezrandina sîstemeke federal an jî konfederal li Sûriyê dike.