David Phillips, şêwirmendê bilind û pisporê karûbarên derve yê li Wezareta Derve ya serdemên îdareya Clinton, Bush û Obama. Di Malpera Huffington Post a Amerîkî da nivîseke wî hatîye weşandin.
David Phillips di nivîsa xwe da dibêje; „Iraq welatekî lawaz e û ji aliyê alîkariya asayiş û dîplomasî û aborî ve pişta xwe bi Îranê re girêdayî ye. Serokwezîrê Iraqê Îbadî, tenê çend roj piştî êrişa Kerkûkê jî, serdana Îranê kir û bi Ayetullah Xamanêyî ra hevdîtinek kir. Di wê hevdîtinê da Xamaneyî ji Ebadî ra dibêje, ‚ku nabe baweriya wan bi Amerîkayê hebe û hewldana Îranê kêmkirina rola Waşington e li herêmê.“
David Phillips li ser rola Îranê diekenine û dibêje: „Xamanêyî referanduma serxwebûna Kurdistana weke „fitne“ bi nav kiriye. Tirsa Îranê ew e ku Kurdistaneke serbixwe aramiya Îranê têk bide. Dibe ku Kurdistaneke serbixwe bibe teşwîqek ji bo 12 milyon Kurdên Îranê jî û ew jî daxwaza desthilata xwerêvebirina zêdetir bikin.
Rêgirtina li serxwebûna Kurdistanê armanca Îranê ye, ji bo ku guvaşa bi ser Îsraîlê da pêşva bibe. Bû demeke dirêj e Îran dixwaze ji bo gihandina çekan ji Hizbullaha Lubnanî ra rêyekê veke. Hizbullah jî çek dide Hemas û ew jî mûşekan diavêje Îsraîlê. Operasyona Kerkûkê pêkanîna hîlala şîe ya ji Tehranê ber bi Bexda, Şam û Beyrûtê bire qonaxeke pêştir.“
David Phillips di dawîya nivîsa xwe da careke din dubare dike ku; „bi ketina Kerkûkê û kontrolkirina wê ya ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê û çekdarên şîeyan ku ji aliyê Îranê piştgirî werdigrin, herêm tûşî şok kir. Jidestdana Kerkûkê bi awayekî rasterast bandor li ser Kurdan dike û xewna wan a serxwebûnê paşda dixe. Bi destjêberdana ji Kurdan û bi çavgirtina li hember destwerdana Îranê, nav û dengê Amerîkayê lekedar bû.“