Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, Herêma Kurdistanê binpêkirina mafên xwe qebûl nake.
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Ramon Casas duh Duşemî 13ê Mijdarê li Hewlêrê hevdîtinek pêk anîn.
Li gorî daxuyaniya ofîsa Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û Ramon Casas di vê civînê de rewşa dawî ya deverê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê piştgiriya YEyê bo bilze destpêkirina diyalogeke rasterast di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku li ser esasê Destûra Iraqê be, diyar kir û hêvî xwest di demeke nêz de dawî bi aloziyên navbera her du aliyan were.
Derbarê pêşhatên siyasî û leşkerî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ku pêwîst e pirsgirêkên heyî yên navbera Hewlêr-Bexdayê bi awayekî hertimî û bi yekcarî werin çareserkirin, daku em hertim di çarçoveya wê nedadperweriya dîrokî ya ku li hember gelê Kurd tên kirin, nezivirin.
Mesrûr Barzanî amadebûna Kurdistanê bo çareserkirina kêşeyên heyî bi awayekî hertimî û bi rêbazên aştiyane nîşan da û got: Kurdistan bi ti awayî binpêkirina mafên xwe qebûl nake.
Mesrûr Barzanî herwiha hêvî kir, ku civaka cîhanî jî roleke çalak bigire ser xwe, daku astengiyên li pêşiya danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayî ji holê werin rakirin û pêşî ji çêbûna aloziyên zêdetir li deverê jî were girtin.