Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyek ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê re şandiye.
Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî red dike ku di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de berdewam be û dijatiya xwe jî li gel hemwarkirina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê yan jî dirêjkirina temenê Serokatiya Herêmê aşkere dike.
Barzanî di nameya xwe da herwiha daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê jî dike û dibêje: “Pêwîst e bi zûtirîn dem hûn bicivin, daku valahiya yasayî di erk û desthilatên Serokê Herêmê de çê nebe û ev mijar were çareserkirin.”
Temamîya nameya Serok Barzanî ya ku ji Serokayetiya Parlamentoya Kurdistanê re şandiye:
„Ji bo Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê
Silavekî germ
Li gorî fermana Herêmî ya hejmar (128) li 12-07-2017 me daxwaz kiribû hilbijartinên Parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê di roja 01.11.2017 de bihê encamdan. Lê belê ji ber sedemên siyasî û ewlehî û teknîkî û nebûna berbijêrê Serokatiyê, Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyê, amadekariyên ji bo her du hilbijartinan hilweşand û di 24-10-2017 de li Parlamentoya Kurdistanê temenê Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo demeke dû xulên yasadananê hate dirêjkirin.
Di derbarê posta Serokê Herêma Kurdistanê, piştî 01.11.2017 berdewambûna xwe ya li wê postê red dikim û nabe ku yasaya Serokatiyê bihê hemwarkirin an temenê Serokatiya Herêma Kurdistanê bihê dirêjkirin. Pêwîst e bi zûtirîn dem kom bibin ji bo ku valahiyeke siyasî di erk û desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê de çê nebe û ev babet bihê çareserkirin.
Ez jî weke Mesûd Barzanî yê pêşmerge, di nava cemawerê gelê me û pêşmergeyên ezîz de li ser xebat û têkoşîna ji bo destxistina mafên rewayên gelê me û berevanîkirina di ber destkevtên milletê me de berdewam dibim.
Mesûd Barzanî
28.10.2017“
Wek tê zanîn, Barzanî mehan berê jî dîyarkiribû ku, di hilbijartina serokatîyê da careke din nabe berendam.