Îro bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, her du polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistan û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê civiyan.
Di encama civînê da, her du aliyan PDK û YNKê biryar dan, bi awayekî takalî guftûgoyê ligel Bexdayê nekin û tekez kirin ku bi yekgirtû guftûgoyê bikin.
Her wuha her du aliyan pabendbûna xwe bi encamên referandûmê tekez kirine ku, ligel Bexdayê pirsgirêkan bi guftûgo çareser bikin.
Tê ragihandin ku polîtboruya her du partîyan li ser 5 xalan li hev kirine:
1- Tekezî li ser yekrêziya gelê me û hêzên siyasî yên Kurdistanê hate kirin, ku gerantiya cibicîkirina erkên hevbeş in di vê qonaxê de bike.
2- Civîn rijdbûna xwe li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalogeke bêmerc, berpirsyane û avaker di navbera Hewlêr û Bexdayê de radigihîne.
3- Hêzên Kurdistanî niha û her amade ne guftûgoyeke bêmerc û vekirî û avaker li ser binemaya berjewendiya Bexda û Hewlêrê û perensîpên destûrî encam bide.
4- Civîn ji berjewendiya hemû aliyekî dizane, aliyên siyasî yên sereke ên Iraqê û Kurdistanê beşdarî danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bibin. Herwiha aliyên navdewletî jî çavdêriya prosyê bikin.
5- Li ser pirsgirêkên serbazî û asayişa navçeyên li derveyî Herêma Kurdistanê, yan her cihekî din, hemû cure destêwerdaneke serbazî, yan tevgera hêz û gefê, ji bilî metirsiyên li ser pêwendiyên herêmê û Bexdayê, gef e li ser her cure nûçeyeke rastiyê ye, ji bo çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan. Herwiha rasterast binpêkirina yasa û bingehan e ku biryar li ser hatine dayîn, hêzên çekdar ên Iraqê ji bo yekalîkirina pirsgirêkên siyasî yên navxweyî bikar tîne.
Di daweyê de, Polîtburoyên her du partîyan silav li Pêşmergeyên qehreman kirine, ku di şerê têkşikandina DAIŞê de, pênaseya parastvanê azadiya cîhanê wergirtine û îro jî axa xwe diparêzin..