Îro ji bo Mam Celal li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê merasîmeke taybet hate sazkirin. Piştî merasîmê termê Mam Celal bi karvaneke mezin ber bi Malbenda Yek a YNKê ve birêket. Biryare ji wir jî ji bo rêwresmên olî û nimêjê, veguhezin Mizgefta Mezin a Silêmaniyê.
Li kolan û cadeyên Silêmaniyê, bi hezaran kesan, bi deste gul û cilên reş pêşwazî li karvana termê Mam Celal kirin. Ji bajarên din ên Kurdistanê jî gelek kes hatibûn Silêmaniyê.
Herwiha, di serî de li Mizgefta Mezin, li tevahiya mizgeftên Silêmaniyê xelk ji bo nimêja Talebanî kom bibûn.
Bi tevê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Balyozê NY li Iraqê Jan Kubîs, Balyozê Amerîkayê li Iraqê Duglas Siliman, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Nûnerê Taybetî yê Şahê Urdunê, Balyozên Îtalya, Koreya Başûr û herwiha hejmareke zêde yê nûnerên welatan jî amade bibûn.
Biryare piştî rêwresmên olî, termê Mam Celal li Dabaşana Silêmaniyê hate veşartin.