Cîgirê malnişîn yê serokerkanê artêşa Amrîka ceneral Ronald Grifs dibêje: “Nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi riyên serbazî çare nabin.”
Ronald Grifs di axaftineke xwe da behsa hestiyariya rewşê ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê dike û dibêje, ew bi bawer e ku Amerîka dikare bi riya dîplomasiya xwe alîkariyê ji bo çarekirina kêşeyan bike.
Grifs dibêje: “Ez bi bawer im niha Kurd di qonaxeke hestyar re derbas dibin, pêwîst e kar bi hişyarî li gel vê qonaxê bê kirin. Di demekê de gelê Kurd ji bo serxwebûnê gav davêje, hevkarî li gel hevparên Kurd li navçeyê giring e û bi vê helkeftê jî ez piştevaniya gelê Kurd dikim. Lê di dema ku Kurd pêşveçûnê ji bo vê armancê berdewam bikin, grîng e bingeha dostanî û pêwendî, li ser bingeha baweriyê li gel cîranan û aliyên din jî ava bikin. Bi nerîna min niha ti bijardeyeke serbazî ji bo pirsa serxwebûna Kurdistanê tine ye û Amerîka bi riya dîplomasiya xwe li gel Bexdayê û li gel Tirkiyê, dikare ji bo çarekirina kêşeyan alîkar be.”