Danustandina Îran û Tirkiye iro bi awayeke giranî li paytextê iranê li Tehranê dest pê kir. Heyeta Tirkîyê ya di bin Serokatiya Erdogan ji çend wezîran pêk dihat. Her du heyet di Qesra Sadabadê da civîyabûn û di derbarê Serxwebûna Kurdistan a Başûr da pîlanên xwe yên qirêj guftûgo dikirin.
Wek tê zanîn ku çend roj berî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê, serleşkerê artêşa Îranê hatibû Tirkiyê. Dema giştpirsî bê problem bi serket û bi dengê milletê Kurd, wek ji sedî 93 hate pesendkirin, dagirker dîn û harbûn. Piştî giştpirsiyê, du roj şunda jî serleşkerê artêşa Tirkiyê çû Tehranê. Hatin û çûyîna herdû serleşkerên dewletên dakirker jî dide xuyakirinê ku, beriya civîna herdû Serokkomaran li dijberî Kurdan peymanên nû hatinê amedekirin.
Îro jî Serokkomarên her du dewletên dagirker li Tehranê hatin ba hev. Piştî hevdîtinê, civîna çapemenîyê lidarxistin û bi gotinên tûj û tund nîyetên xwe eşkere kirin. Hemû derd û kulên wan serkeftin û giştpirsiyê serxwebûna Kurdistanê bûn.
Ruhanî bi pirranî li ser tekîlîyê bi Tirkiyê ra bûn û ku ewê danustandinên xwe çawa zêdetir û xurtur bikin. Wek du dewletên heremê çawa li dijberî Amerîka û Îsraîlê derkevin û sîyaseta wan a li Rojhilata Navîn pûç bikin. Pesnê tifaq a xwe ya bi Tirkîyê û Rusyayê ra li Surîyê kirine, dikir.
Erdogan jî wek hercarê dîsa bi gefên qirêj neyartiya xwe a dijî giştpirsiya Kurd û Kurdistanê raste rast anî ziman. Erdogan digot; „ew peymana ku bi Mosadê re hatiye çêkirin nayê qebûlkirin.“ Ji Ruhani daxwaz dikir ku hemû deriyê bacgehên Kurdistanê werin girtin. Derîyê nû werin vekirin û ew jî ji alî hukûmeta Iraqê, Îran û Tirkiyêva bên kontrol kirin. Di dawîya gotinê xwe da digot, „emê bi şirîktayî hin gavên din jî bavêjin û peşî li serxwebûna Kurdistanê bigrin.“
Tirkîye, Iran û Irak wek hercarê îro jî dîsa dixwezin bi hev ra, rê li pêşîya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigrin. Ji bo vê yekê gefên tûj û tund li Kurda dikin û dixwezin bi êrişekî leşkerî rabezînin ser axa Kurdîstanê. Li dek û dolaban digerin, mixabin fesalê nabînin.
Ji ber ku îro Kurd bêxwedî nînin. Bi saya xebatên diplomatik têkilîyên Kurdan bi gelek dewletên cîhanê ra hene û rêvebirên Kurdistanê bi fermî tên qebûl kirin. Ne dem demên berê ne, ne jî Kurd Kurdên berê, êdî tu kes nikare ji îro şûn va li ser Kurda komkojiyên qirêj bike.
Erdogan, di axaftina xwe dibêje, „giştpirsîya Kurdistanê yasayî nîne, bi destê Mossadê hatîye çêkirin û nayê qebulkirin.“
Eger qesta ku ew dike rast be, ev jî şerma Tirk û Ereb û Farisan e. Jiber ku ew her dem behsa ol û biratiyê dikin. Wê demê jî mirov dikare bêje, heger misqalek wicdana we heye û xwedî dîn û îman in, hûn bi biratî serxebûna Kurdistanê qebûl bikin. serxwebûna a kurdan bi biratî qebûl bikin ku, bila Kurd jî muhtacî Mossadê nebin.
Lê nîyeta we xirab, gotinên we jî ne rast in. Wek gotina Serok Barzanî digot, „ne bi derewên biratiyê, em bi cînartî û aşitî bi hevra bijîn. Êdî dest ji derewên biratiyê û olî berdin.“
Bêguman Serok Barzanî wan baş nas dike û niyeta wan jî baş dizane ku loma dibêje, „Parastin û hiqûqa milletê Kurd her wiha bi serxwebûn û serweriyê dibe…“
05.10.2017