Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl dîyar dike, ku kurd ji gefên Bexdayê natirsin. Resûl ji civaka navdewletî daxwaz dike, ji bo ku di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de şer dernekeve, civaka navdewletî were û li ser xetê cîh bigre.
Piştî aloziya li ser sînorê Kerkûkê, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl bi tevê hêzeke mezin ê pêşmerge û bi çekên giran gihişte bajarê Kerkûkê.
Resûl li Kerkûke dîyar kir ku: “Hikûmeta Iraqê gefan dixwe û hêzekî mezin aniye nêzîkî Kerkûkê. Lê pirsgirêk bi gefxwarinê û bi bikaranîna hêz çareser nabe.”
Kosret Resûl di axaftina xwe da, da xuyakirin, ku ew dixwazin pirsgirêk bi şêweyeke dadperwerane û bi riya guftugoyê werin çareserkirin.