Katalonyayê bi awayekê yekalî serxwebûna xwe ragihand.
Parlamentoya Herêma Katalonya îro ji bo biryardana li ser ragihandina serxwebûnê civiya.
Serokê Herêma Katalonyayê jî beşdarî civînê bû. Piştî gotûbêjên parlamenterên Katalonî dengên xwe dan û di encama dengdanê da, 70 deng „erê“, 10 deng „nexêr“ û 2 deng jî spî (vala) derketin.
Piştî diyarbûna encama dengdanê, parlamentoya Katalonyayê bi şêweyeke yekalî serxwebûna Herêma Katalonya yê ji welatê Ispanyayê îlan kir.
Piştî biryara parlamentoyê, Serokwezîrê Ispanyayê Rajoy bangewaziya „aramiyê“ kir. Rajoy bi rîya Twitterê da dîyarkirin ku, li Katalonyayê serdestiya hiqûqê dê cardin ava bibe.
Serokê Encumena Ewropayê Donald Tusk jî piştî aşkerekirina serxwebûna Katalonyayê, li hember biryara parlamentoya Katalan bertek nîşan da.
Donald Tusk dîyar kir ku, Yekîtiya Ewropayê serxwebûna Katalonyayê bi fermî nas nake. Trusk got; “ji vir şûnda jî tenê spanya berdengê me ye.“