Dîroknas, gerok û nivîskarê Kurd Kerîm Zend di temenê xwe yê 93 salî de li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.
Kerîm Zend di sala 1924ê de li taxa Melkendî ya Silêmaniyê ji dayik dibe û xwendina xwe ya destpêkê li Silêmanîyê diqedîne.
Di sala 1944an da li Bexdayê beşa mamostetiyê xilas dike. Di sala 1946an da di nav beşdarên damezrandina Komara Kurdistanê ya li Mihabadê da cîh digre. Piştî hilweşandina komarê bi Mele Mistefa Barzanî ra derbasî Yekîtiya Sovyetan dibe.
Kerîm Zend di seranserê jiyana xwe de 40 pirtûkên destnivîsa xwe amade kiriye û 15 pirtûkên wî yên di derbarê corgrafya û dîroka Kurdistanê de hene.
Dîroknas û gerokê Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê geriyaye û xwediyê Nîşana Rêzgirtinê ya Barzaniyê Nemir e.