Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja Sêşem 10.10.2017, li Selahedînê li gel Balyozê Almanya li Iraqê Sîrîl Nan hevdîtinek pêk anî.
Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya Herêmê, di hevdîtinê de Balyozê Almanya li Iraqê helwesta welatê xwe ya di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û karvedanên piştî referandûmê ragihandîye û gotîye, ku aramî û silametiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wî gelek girîng e.
Sîrîl Nan daxwaz kirîye ku aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da werin çareserkirin. Ji bo vê yekê jî diyar kirîye, ku Almanya amade ye ji bo çareseriyê alîkariyê bide herdu aliyan.
Serok Barzanî jî daye xuyakirin, ku gelê Kurdistanê di proseyekî aştiyane de dengê xwe daye û referandûm îradeya gelê Kurdistanê ye.
Mesûd Barzanî tekez kirîye, ku Herêma Kurdistanê naxwaze alozî zêde bibin û ew amade ne li gel Bexdayê bêyî merc û bi ajandayekî vekirî guftıgoyê bikin.