Çend roj berê Navenda Laleş, ji bo giştpirsîya serxwebûna Kurdistanê li bajarê Bielefeldê çalakîyek lidarxistibû. Ji der û dora bajarê Bielefeld û ji hinek Bajarên din bi pirranî Kurdên Êzidî gelek kes beşdarî çalakîyê bibûn.
Piştî çalakîyê, li ser navê Navkurdê min di derbarê xebata giştpirsîyê da çend pirs pirsî, serokê Navenda Laleş birêz Khalat Şhêx Morad jî bersivand.
Navkurd- Hûn dikarin bibêjin, li seranserî Almanya çiqas Kurdên Êzidî dijîn û ji wan çiqas kes hilbijêr in?
Khalat Şhêx Morad- Jimareke sedi sed di destê me da nîne. Lê qasî ku em dizanin nêzikî 90 hezar Kurdên Êzidî yên ji Başûrê Kurdistanê li Almanya dijîn.
Yên ku 18 salî û mezintir xwedîyê dengdayînê ne ku, gor texmîna min ew jî nêzikî 30 hezar kesî ne.
Navkurd- Li vir imkana wan a dengdayînê he ye? Heger hebe li kîderê û ji kîngê va dikarin dengê xwe bidin?
Khalat Şhêx Morad- Belê mafê hemû hemwelatîyên Başûr hene ku ji bi giştpirsîyê jî dengê xwe bidin. Dengdan bi rêyeke elektronik tê dayîn. Kesên ku xwedî dengdanê ne, ew ji alî Komisyana Bilind ya hilbijartinê hatîye tespît kirin û ji bo dengdayîna kesên li derveyî welat jî sistemek hatîye amade kirin. Her hilbijêr di mala xwe da û li ser internetê dikarin dengê xwe bidin. Ew deng jî ji alî Komisyona Bilind tên tomarkirin.
Navkurd- Hû dikarin bibêjin em gihîştin hemû hilbijêran?
Khalat Şhêx Morad- Em, wek rêvebirên Navenda Laleş, heta ku ji destê me we re, em digihîjin hemû hemwelatîyan. Ne tenê hemwelatîyên Ezidî, em digihîjin hemwelatîyên Misilman jî û ji bo ku dengê xwe bidin û bêdeng nemînin. Ji alî din bi rîya çapemenîyê jî em bang li hemû Kurdên ji Başûr ên ku li derveyî welat dijîn, dikin û dibêjin ji bo pêşeroja xwe dengê xwe bidin.
Şîara me ew e ku, bang li hemû hemû gelê diki, ha Êzidî ha Misilman, ji bo çarenûsîya xwe, ji bo şehîdên Kurdistanê û ji bo mafê xwe yên xwedî dewletbûnê bêdeng nemînin.
Navkurd – Gor texmîna we encama giştpirsîyê wê çawa be?
Khalat Şhêx Morad- Heger hemû siyasetmedar û partîyên Kurdistanê wek referanduma sala 2005’an beşdarî giştpirsîyê bana, bêşik encam kêmasi % 95 „erê“ derdiket. Mixabin ji partîyên sîyasî hinek hene ku heta îro hê beşdarî kar û barê hilbijartinê nebûne. Lê disa jî gor dîtina min, encama „erê“ wê % 80ê zêdetir be.
Navkurd – Ji bo Şengalê texmîna we çî ye?
Khalat Şhêx Morad- Ez di wê bawerîyê dame, qelê me yê Şengalê yên Êzidî ji yên din bêtir wê beşdarî hilbijartinê bin. Li vê derê xaleke gelek girîng heye ku divê gere em behsa wê jî bikin. Ji bo çi ez dibêjim gele me yên Şengalê bêtir bi hêz û quwet beşdarî vê hilbijartinê bibin. Jiber ku em bibêjin, nebejîn, min di hemû dîdarên xwe da jî gotine, welatê ku heta nuha bi navê Iraqê dihat zanîn ber bi parçebûnê ye. Ji wan yek Herêma Kurdistanê, ya din Herêma Suneyên Ereb, ya din jî Herêma Şîayên Ereb e.
Ew dewerên ku Kurdên Êzidî dijîn li ser sînorên herêma Sune ye. Heger ku ew beşdarî hilbijartinê nebin û li derveyî Herêma Kurdistanê bimînin, ew di nav Herêma Sune da dimînin ku hemû Kurdên Êzidî jî vê rastîyê jî dizanin.
Ji ber vê yekê ye ku ez bawerim Kurdên me yên Êzidî bi hêz û quwet di hilbijartinê da cîh bigrin û ji bo dewletbûna Kurdistanê bi dengekî bilind raya xwe bînin ziman.
Gelê me yên Êzidî qehremanîya Peşmerge ji bîr nake ku di vî şerê li dijberê DAIŞê da me 1600 şehîd, zêdeyî 10 hezar birîndar dane.
Em Ezidî wek mafê me yê dengdanê heba, xwezî me du car dengê xwe bida, ne bi carekî. Jiber ku em deweleta Kurd wek dewleta xwe ya Êzidîyan dibînin.
Navkurd – Hûn jî dibînin ku li vir an jî li welat, ji giştpirsîyê zêdetir serxwebûn bêtir tê gengeşîkirin. Hûn di derbarê dema îlankirina serxwebûnê da çi difikirin û dikarin nêrînên xwe bi me ra parve bikin?
Khalat Şhêx Morad- Bêşik em hemû pêşmergeyî ne, em her yek bi rengekî xebat û xizmetê dikin ku piştî hilbajartinê dewleta Kurd bê îlan kirin. Ji bo vê çendê em hemû wek endamên Navenda Laleş amadene ku pêwîste çek û rextên xwe jî hilgirin û herin Kurdistanê û li dijberî neyarên Kurd xwe û dewleta xwe biparêzin. Em li Europa jî di pêwendîyên xwe yên bi dewletên Europî re daxwaz dikin ku piştgirîyê bidin gelê Kurd û dewleta Kurdistanê nas bikin.
Ez di wê bawerîyê da me ku hingê dewleta Kurd were ragihandin, ewê ji alî hemû dewletên Europî jî were qebûlkirin û naskirin.
Berî her tiştî Serok Barzanî zamana pêkvejîyana hemû Kurdistanîyan e. Dîsa bi taybet zamana mafê Kurdên Êzidî ye. Ji xwe ez dibêjim dewleta Kurdistanê dewleta Êzidîya ye. Perestgeha herî pîroz ya Kurdên Êzidî, Laleş a nûranî li Kurdistanê ye. Em berevanîyê ji Kurdistanê ra dikin, ji perestgeha xwe ra dikin, em berevanîyê ji miletê xwe giştî ra dikin…
Navkurd- Ji bo nêrîn û xebata we ya giranbuha, bi navê Malpera Navkurdê ji we ra serkeftinê dixwazim.
Khalat Şhêx Morad- Zor spas, ji bo dîdarîya we. Ji bo min jî şerefeke mezine ku malpereki mîna Navkurd didarî li gel min dike. Navkurd bi rastî ji malperekî rastgo ye ku divê em hemû piştgirîya we bikin. Ez jî ji we û xwendevanên we ra serkeftinê dixwazim…