Komeleya Ehmedê Xanî ya li Bakurê Kurdistanê tevî 10 hezar belavokan piştgiriyê dide giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê.
Serokê Komeleya Ehmedê Xanî li Rihayê Mihemed Emîn Demîr ji Rûdawê re dîyar kirîye ku, ew li 10 navendên Başûrê Kurdistanê 10 hezar belavokan belav dikin ku bila xewna Ehmedê Xanî bibe xewna hemû Kurdan.
Di belavokê de ev sloganên balkêss cîh digrin.
‘Doza serxwebûnê doza me hemû Kurdan e.
Ne doza kes, rêxistin û partiyan e.
Pêwîst e li doza serbixweyiyê xwedî derbikeve.
Di 25ê Îlonê de ne tenê qedera Başûr dê qedera hemû Kurdan were encamdan.
Ji bo Mahabad, Helebçe, Roboskî, Kobanî, Şingal, dubare nebe bijî serbixweyî.’
Rêvebirên Komelê ji Zaxoyê dest bi çalakiya xwe kirine û ew dê meşa xwe ber bi Duhok, Şêxan, Akrê, Soran, Hewlêr, Kerkûk, Çemçemal, Silêmanî û Helebçeyê ve berdewam bikin.
Serokê Komeleya Ehemdê Xanî Miehemed Emîn Demir, Xewna Fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî ya di derbarê avabûna dewleta Kurdistanê da dîyar dike û dibêje; „Serxwebûna Kurdistanê xewna me hemû Kurdan e. Bi vê çalakîyê me jî xwest ku di vê pêvajoya avakirina dewletê de keda me jî hebe.”