Tirkîye, Îran û Irak dixwazin, bi hevra pêşî li giştpirsî û serkeftinên Başûrê Kurdistan ê bigrin. Dixwazin bi operasyonên leşkerî rabezînin ser erdê Kurdîstanê. Gefên pir giran û tûj li Kurda dikin.
Karê dakgirkeran nayê zanîn. Lê Kurd bila baş bizanibin van dagirkerên bê exlaq di dîrokê da zilm û tadeyên pirr mezin li Kurdan kirin.
Li alîkî Îran, piştgirîyê dide qatîlên wek bi navên Heşda Şeibî û leşkerin xwe dişîne ser hidûdê Kurdistanê. Li aliyê din dewleta Tirk li ber deriyê Helîl îbrahîm bi sedan top û tank û bi beşdarbûna bi hezar leşkeran dest bi temrînê (tetbîqat) kir.
Bi vê yekê jî nasekin û b tûndî dibêjin ku eger giştpirsî bê çêkirin, emê Kurdistanê dagirin.
Tirk û Ecem herdem bi fen û futên qirêj li diberî Kurd û gelên rojhilata navîn tevgerîyan rolekî qirêj lîstin. Ew lîstikên wan wek tê xûyakirin ku hejî berdewam in.
Rêvebirên dewleta Ecem, sedem kûştina serok û rêbêrên Kurdan û sedem komkujîyên li sdijberî Kurdan qatîl û sûcdarin. Ew jî wek hemparin xwe xwînxar û bê exlaq û Xweda nenasin.
Dagirker îro dîsa dixwezin li dijberî Kurdan lîstikên xweyên qirêj carekî din bicêribînin.
Dîsa dagirker di navbera Kurdan da bi fen fîtneyan fesadiyê dikin û dixwazin şerê biratiyê bidin derxistin.
Divê her Kurd gerek bi gotin û daxwezin xwe ji her demî zêdetir li ser mesela neteweyî bê îstîsna yekrêz bin.
Divê li her çar perçayên Kurdistanê, hem û Kurd li dijî van neyarên xwinxar bi dengekî mezin û bi mirxasî derkevin.
Weke mînak, divê yê ndîndar bi duayên xwe, dewlemend bi mal û milkên xwe, cîwan bi hêz û quwetan xwe, nivîskar bi nivîsên xwe, sîyasetvan bi sîyaseta xwe, çi ku ji destê tê bikin.
Bila bê zanîn ku, yekitiya Kurdan hebe tu kes nikarê quweta wan bişikîne. Îro gelê Kurd piştevanîya Serokê Kurdistanê nebva, Barzanî rola xwe ya dîrokî nedilîst.
Gelê Kurd li Başûr ser piyaye û ji bo serxwebûna Kurdistanê li dora serok Barzanî bi yekdeng û yekrêz e. Ya ku destê Serok Barzanî bi hêz û qûwet dike, piştgirî û yekitîya gel e.
Li Tirkiyê 30 milyon Kurd dijîn, mixabin di tu xalekî da yekitî û yek rêziya Kudan nîne. Sedem vê yekê ye ku serok û rêveberin Tirka bê tirs û bê minet gefa li milletê kurd dikin. Ji destên wan were di qultek av da difetisînin.
Mixabin 30 mîlyon Kurd hê jî bêdeng in û kerr û lal in.
Li Bakûr, bi dehan partiyên siyasî yên ku di navê wan da Kurd û Kurdistan cîh digre, henin.
Divê ew, li cudatîyên xwe yên sîyasî mêze nekin û di bin ala rengîn da piştgirîya Başûr bikin û li dijberî sîyaseta dewleta Tirk derkevin.
Jiber ku têkçûna Başûr, têkçûna çar parçeyên Kurdistanê ye.
Roj roja yekitî û piştgirîyê ye.
Roj roja serxwebûna Kurdistanê ye.
19.09.2017