Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje, ew di vê baweriyê de ye, “eger ku referanduma serxwebûnê were encamdan, ti artêşek êrişî Herêma Kurdistanê nake.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro çarşembiyê di hevpeyvînekê de li gel komek ji rojnamevanan got: “Ez ti êrişeke leşkerî bo ser Herêma Kurdistanê nabînim. Ew yek nemumkin e ku çê be.”
Barzanî got: “Gefa leşekrî li dijî çi? Li dijî referandumê? û tekez kir: Ez vê yekê pêşbînî nakim bi ti awayî, heta eger rêkarên din cîbicî bikin, her weke ku ew dibêjin ku dê bikin, lê belê bijardeya leşkerî mehal e.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku “cîranên Kurdistanê li herêmê berjewendiyên stratejîk bi hev re hene û ji ber wê penah nabin ber bijardeyên leşekrî weke dijatiya xwe bo referanduma 25ê Îlonê.”
Nêçîrvan Barzanî desnîşan kir, ku “Tirkiye azad e ku di nava sînorê xwe de çi dixwaze bike, û herwiha Îran jî”, û da zanîn, “lê belê eger hat û amrazên leşkerî li dijî referaduma ku dê li Kurdistanê were encamdan, bi kar bînin, ew yek mehal e. Ew nikarin wê yekê bikin, ji ber ku ne di berjewedniya wan bi xwe de ye.”
Nêçîrvan Barzanî tekez kir: “Ew tekez, tekez û tekez vê yekê nakin.”