Kurdistanîyên li derveyî welat dijîn, ew jî îro ji bo serxwebûna Kurdistanê bi kêf eşq dengê xwe didin. Hinek li malên xwe hinek jî bi alîkarîya komel û dezgeyên kurdî, bi rîya înternetê beşdarî hilbijartinê dibin û dengê xwe ji dûr va be jî didin.
Ew dezgehên ku ji bo dengdayînê xwe amade kirine, ji wan yek jî Navenda Laleş a li bajarê Bîelefeldê ye.
Kurdên ku li bajarê Bîlefeldê û li derdorê dijîn, bi taybetî jî Kurdên Êzidî, îro ji sibê zû va bi kincên xwe yên rengîn û bi hestên xwe yên kurdistanî, kom bi kom tên û bi dilxweşî ji bo serxwebûna Kurdistanê dengê xwe didin.
Navenda Laleş jî ji bo hilbijartina elektronîk, bi amadeyeke baş alîkarîya dengdaran dike û karekî girîng tîne cîh.
Ji bilî dengdaran gelek kesên din jî ji bo piştgirîyê li Navenda Laleş cîh digrin û digrin ku, ew jî dibêjin „dengê me nîne, lê belê em jî bi dilê xwe kurdistana serbixwe hildibijêrin…“