Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê cara pêncemîn, îro dest pê dike.
Festîval îro saet 18.00ê êvarê bi fîlma Zer dest pê dike û heta roja 16ê Îlonê didome.
Di nav heft riojan da 131 fîlm tên temaşekirin û ji wan jî 48 fîlm dê têkevin pêşbaziyê.
Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê bi awayekî serbixwe, her sal di meha Îlonê de tê pêkanîn û di heman demê de li Rojhilata Navîn weke ‚pêşbaziya sînemayê ya herî giring‘ tê dîtin.