Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl ragihand ku ew navçeyên ku poêşmergeyan rizgarkirine dê vegerin ser Herêma Kurdistanê.
Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl bi sedema Cejna Qurbanê çû navçeya Xurmatû û serdana Hêzên Pêşmerge kir.
Resûl piştî pîrozkirina cejna pêşmergeyan ragihand: “Em ji bo pîrozkirina cejna birayên xwe yên pêşmerge hatine. Ew zêdetirî 3 salan e li vê eniyê berevaniya kurd û Kurdistanê dikin. Di cejnê de jî mal û zarokên xwe bicîh hiştine û li vir in. Ew di oxira Kurdistanê de şehîd dibin. Lewma em hatin beşdarî cejna wan bibin, bi hevre xwarina cejnê bixwin.”
Derbarê amadekariyên giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî Resûl got: “Biryar hatiye dayîn li hemû navçeyên Kurdistanê giştpirsî were kirin. Ew cihên ku pêşmerge lê ne û bi destê pêşmerge hatibine rizgarkirin dê vegerin ser Herêma Kurdistanê.”
Xurmatû yek ji navçeya Kurdistanê ye ku dikeve sînorê madeya 140ê ya destûra Iraqê. Hejmara gelheya navçeyê 220 hezarin. 55% jê kurd in, 15 ereb in û 30 jî tirkmen in.