Balyozê berî yê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî John R. Bolton ragihand, ku ew bi hemû awayî piştgirî dide giştpirsiya Başûrê Kurdistanê.
John R. Bolton, ku yek ji dîplomatê navdar ê Amerîkayê ye û kesekî nêzîkî rêveberiya Trump e, li ser navnîşana xwe ya taybetî ya twîtterê ragihand, “Dema wê hatiye kurdên Iraqê dengê xwe li ser hêvî û mirazên xwe bidin.”
John Bolton, ku yek ji berbijêrê wezîrê derve bû, beriya niha jî ragihandibû; “Kurd nêzîkî serxwebûnê ne û defakto serxwebûna xwe radigihînin.”
Bolton gotibû, ku kurd ji bo vekirina riya Kurdistana mezin şerê li dijî DAIŞê dikin.
Ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê tenê rojek ma û roj bi roj piştgiriya navdewletî ya ji bo giştpirsiyê jî zêdetir dibe.