Komîteya Ragihandinê ya Encumena Bilinda Referanduma Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Niha gelê Kurdistanê tirs ji paşerojê heye, ji ber vê biryar daye ku rêya xwe hilbijêre û dawî bi jiyana dilxwaz li gel dewletekê bîne, ku sed sal e ew êşandiye.” Herwiha tekez dike: “Ti rêyeke din li pêşiya gelê Kurdistanê nameye, ji bilî serxwebûnê.”
Di daxuyaniya Komîteya Ragihandinê ya Encumena Bilinda Referandumê de hatiye, ku “roja 25ê Îlona 2017ê roja yekalîbûna çarenivîsa gelê me ye li Kurdistanê” û tê gotin: “Roja nîşandana xwastek û îradeya rasteqîn a hevwelatiyan bo diyarkirina çarenivîsê ye. Dengê me hemûyan dengê Belê dibe bo serxwebûnê û dawî anîna bi paşkotiya ku heyama sed salî ye bi zorî li ser gelê Kurdistanê hatiye sepandin (ferzkirn).”
Di daxuyaniyê de amaje bi jiyana gelê Kurdistanê li Iraqê di 100 salên derbasbûyî û hewlên gelê Kurdistanê bo çêkirina jiyaneke hevbeş hatiye kirin û li ser vê yekê tê gotin:
“Di sed salên bihorî de, me hatin înkarkirin, em hatin cenosîd û enfalkirin û hewla helandina me hat dan, lê belê bi xebat û berxwedan û qurbanîdana bêhejmar, gelê Kurdistanê bi zindî ma û roj bi roj bihêztir bû.
Dengê aştîxwazî û hemû hewlên gelê Kurdistanê bo jiyana hevbeş li gel dewleta Iraqê bê encam bû û hat têkşikandin. Derkevt holê ku piştî rûxana rejîma Besi û avakirina iraqa nû jî ferhenga bi paşko dîtina Kurdistanê û piştguhxistina hevbeşiyê di dewleta Iraqê de hakim e.”
Derbarê hewlên gelê Kurdistanê yên bo ji nû ve avakirina dewleta Iraqê piştî nema rejîma Beis de jî, Komîteya Ragihandinê ya Encumena Bilinda Referandumê dibêje: “Gelê Kurdistanê beşdar bû bo dubare avakirina Iraqê li ser bingeha federalî û destûr û hevbeşî û lihevkirinê, lê belê gişt ew bingeh hatin binpêkirin û li şûna dewleta şaristanî, dewleteke tayifî û lojîka piranî û xweferzkirinê hate meydanê. Li şûna parastina gelê Kurdistanê, dewleta Iraqê debara xelkê birî û bi hemû şêweyekê dijatiya Pêşmerge kir.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de, amaje bi tirsa gelê Kurdistanê ji paşrojeke tarî hatiye kirin û hatiye gotin, ku ji bilî serxwebûnê ti rê li pêşiya gelê Kurdistanê nemaye, ji ber wê yekê jî biryara xwe daye, ku dawî bi pêkvejiyana dilxwazî di nava dewleta Iraqê de bîne.
Li ser vê yekê Komîteya Ragihandinê ya Encumena Bilinda Referandumê wiha dibêje:
“Niha gelê Kurdistanê tirs ji paşerojê heye, ji ber wê biryar daye ku rêya xwe hilbijêre û dawî bi jiyana dilxwazî li gel dewletekê bihîne, ku sed sal e wê diêşîne. Ti rêyeke din li pêşiya gelê Kurdistanê nameye, ji bilî serxwebûnê, ku mafeke bingehîn a hemû gelan e. Serxwebûna Kurdistanê hilgirê peyama aştî û pêkvejiyan û cîranîtî û vejandinê ye.
“Serxwebûn ji bo rêgirtina ji dubarenebûna nexweşî û karesatan e, bo wê ye ku aştî hebe û dostatî û biratî li gel gelên herêmê kûrtir be. Bo wê ye ku gelê Kurdistanê pêş bikeve û bibe beşek ji karwana mirovatiyê.”
Herwiha di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku di roja 25ê Îlonê de dê gelê Kurdistanê bi Belê biryara avakirina dewleta Kurdistanê bide û tê gotin: “Di roja 24ê Îlonê de dengê gelê Kurdistanê, dengê Belê dibe ji bo avakirina dewleta Kurdistanê ku li ser bingeha prensîpên demokrasiyê û serdemî tê avakirin. Dewleta Kurdistanê dewleta hevwelatî û pêkvejiyan û rêzgirtina li mafên mirov û azadiya nêrîn û derbirînê dibe. Di dewleta Kurdistanê de, yeksaniya siyasî û yasayî û şaristanî di navbera hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê de dabînkirî dibe.”
Komîteya Ragihandinê ya Encumena Bilinda Referandumê tekez dike, ku gelê Kurdistanê ji bo jiyanake baştir bo niha û nivşên paşerojê li Kurdistanê, parastina xwe û pêkvejiyanê û wefaya bo xwîna şehîdan, dê di roja 25ê Îlonê de bi Belê dengê xwe bidin damezrandina dewleta Kurdistanê û destnîşan dike:
“Em dê hemû deng bidin serxwebûnê û dengê gelê Kurdistanê jî dê dengê aştî û jiyanê be. Em dê deng bidin, daku bikarin xwe biparêzin û jiyana me di destê me bi xwe be. Em deng didin daku baştir rûbirûyê teror û hizra tundrewiyê û şovînîsmê bibin. Deng ji bo serxwebûnê, dengdan e bi xwîna şehîdan û qurbanîdana gel, dengdan e bo nivşên paşerojê, dengdan e bo asûdeyî û pêkvejiyan û aştiyê.
Em dê hemû bi Belê deng bidin bo serxwebûna Kurdistanê. Em daxwaz li welatiyên xweştivî dikin, ku bi rihekî herî berz ê tebayî û bi şêweyekê serdemî xwasteka xwe bo serxwebûnê derbibirin û di propagandaya bo referandumê de, hêminî û aramiya proseyê biparêzin û pabendî rênimayiyên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê bin.”