Dîrokzanê navdar ê kurd Letîfê Letîfê Brûkî got: “Ez gellek bawer dikim ku dê ti dewlet bi qasî Kurdistanê xweş û demokratîk nebin. Lewma em ji bo giştpirsiyê dibêjin erê.”
Li Komara Adigê û herêma Krasnodarê ya Rûsyayê nêzîkî 12 hezar kurd dijîn. Li gundê Beloyê, ku mezintirîn gundê Komara Adigê û herêma Krasnodarê ye, ji bo piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê civînek hate sazkirin û kurdên li herêmê beşdar bûn.
“Dilê me herdem ji bo Kurdistanê lêdide”
Di civînê de dîrokzanê navdar ê kurd Letîfê Memet, anku Letîfê Brûkî jî amade bû, piştî civînê ji Rûdawê re axivî û got: “Hemû kes dizane ku Kurdistan 4 perçe ye lê Kurdistan 6 perçe ye. Ermenîstan û Azerbaycanê perçeyekê Kurdistanê dagir kirine ku em jê re dibêjin Kurdistana Sor. Hê jî kurdên li soveta berî dijîn gelek bi wê dîrokê ve girêdayî ne. lewma jî em xwe weke perçeyekê Kurdistanê dibînin. Lê piştî şerê salên 1980 yê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de piraniya kurdên wê perçeyê neçar man warê xwe bicîh bihêlin. Hinek wan hatine Rûsyayê, hinek çûne Kirxizîstanê, Kazaxistanê û Ukraynanê cîhwar bûn. Her çend ji Kurdistanê dûr bin jî dilê me herdem ji bo Kurdistanê lêdaye. Bi şev û roj em li rewşa Kurdistanê dinerin ka çi diqewime.”
“Pêvajoya dewletbûna kurdan e”
Brûkî balkişande ser rastiya vê serdemê û diyar kir, ku ji bo avakirina dewleta Kurdistanê dem guncayî ye û wiha berdewam kir:
“Pêvajoya niha ya Kurdistanê pêvajoya dewletbûna Kurdan e. Em gelek bi şa û bextewer in, ku îro derfeteke wiha ketiye destê kurdan. Bi rêya referandûmê deriyê dewletbûna kurdan vedibe. Çima referandûm? Ji ber ku em niha di sedsala 21ê de dijîn û ev sedsal jî ne ya zordariyê ya rê û rêbazên yasayî û hiqûqî ye. Rast e, kurd çend bi hêz bin û xort bibin dê ew hinde werin qebûlkirin, ku îro em vê rastiyê li Kurdistana Rojava û Başûr de dibînin lê bi rêya hiqûq û referandûmê eger em bi yekdengî bêjin erê, dê cîhan jî me nas bike û qebûl bike. Me mînakên wê li Kosova û li gelek cihên din dît.”
Derbarê armanca civînê de Letîf Brûkî got: “Em li vir civiyan û me xwest ji hemû kesan re bêjin, ku em pereçeyê civaka Kurdistanê ne, em dixwazin ev referandûm pêkwere, Kurdistan bibe dewleteke serbixwe. Lewra em bi dengê xwe, can û male xwe li pişta Kurdistanê disekinin.”
“Kurdên Rûsyayê nikarin bandorê li siyaseta dewletê bikin”
Dîrokzanê kurd balkişande ser hejmara kurdên li Rûsyayê û diyar kir: “Dewleta Rûsyayê ji Kurdan re baş e lê carna berjewendiya dewletê û hizra civakê hev nagrin. Li gorî amarên dewletê di sala 2010ê de li Rûsyayê 63 hezar kurd hene. ev 63 hezar kes nikare bandorê li hizra civaka rûs bike. Lê di Rûsyayê de gelek sazî û kesayetên ku bi kurd û Kurdistanê ve eleqeder dibin hene û ew dikarin bêjin, ku kurdên Rûsyayê piştgirî didin referandûmê, divê em jî rêzê ji wan re bigrin.”
Letîfê Memet got: “Em bawer dikin ku dê Kurdistana serxbixwe ava bibe. Niha Rojhilata Navîn amade ye vê zaroka bi navê Kurdistan qebûl bike. Cîhan li vê hizrê razî bûye. Niha êdî bazariya wê dikin ka dê Kurdistaneke çawa be, çi role bigre û bi kî re bide û bistîne? Lê Serok Barzanî eşkere got, Kurdistan ya hemû Kurdistaniyan e û ne tenê seba kurdan e. Ji kîjan netewê û olê dibe bila bibe dê ew dewlet bibe ya wan. Herwiha Serok Barzanî got, Kurdistan ti ziyanê nagehîne dor cîranên xwe.”
“Kurd ji bo hebûnê xwe dişewitînin”
Letîf Brûkî di hêvî û baweriya xwe ya avabûna dewleta Kurdistanê jî bi van gotinan anî ziman:
“Binerin dê di 25ê de Îlonê de referandûm çêbibe. Beriya wê diçin doza xwe bi Bexda, Enqere, Tehranê û Ewropayê re gotûbêj dikin da ku were qebûlkirin. Di vî warî de birastî jî dê Kurdistan bibe dewleteke demokratîk. Ji ber ku di cewherê kurdan de demokrasîxwazî heye, ti caran ziyan negihandiye dora xwe. Binerin, li nav gelên din tundrewên mîna DAIŞê derdikevin lê kurd ti caran vî tiştî nakin. Kurd dikarin xwe bişewitînin lê bi agirê canê xwe tenê dibêjin em jî hene, me nas bikin.”
Dîrokzanê navdar axaftina xwe bi van peyvan xilas kir: “Ez gellek bawer dikim ku dê ti dewlet bi qasî Kurdistanê xweş û demokratîk nebin. Lewma em ji bo giştpirsiyê dibêjin erê.”
Rudaw