Pîsporê geo-siyasî yê rojnameya Asian Times Manish Rai, di rojnameyê de derbarê proseya referendûma serxwebûna Kurdistanê, girîngiya ewleyî, aborî, siyasî ya Kurdistanê dinirxîne.Manish Rai di nivîsa xwe da diyar dike ku: “Kurdistanê berî 56 salan Şoreşa Îlonê destpêkir û ger Kurdistan ji Iraqê veqete û liser piyên xwe raweste, ev ji aştî û demokraisyê li Rojhilata Navîn re dibe nimûneya serfiraziyê”.
Manish Rai di nivîsa xw da destnîşan dike ku: “hesten serxwebûnê li Kurdistanê roj li pey rojê bilindtir dibin. Li gelek bajaran Ala Kurdistanê pêl dide, di hemû dezgehan de bi kurdî tê axaftin, medya bi kurdî weşanê dike”.
Rai herweha liser dewlemendiyên Kurdistanê jî radiweste û dibêje: “Kurdistan a serbixwe bi dewlemendiyên xwe dikare desthilatek sûdwer û ewleyiyê bi hevêdu ve girêbide û ev bibe binamaya demokrasiyê. Jib o Rojavayê Kurdistanê jî û liberalên democrat ên Rojhilata Navîn bibe nimûneya serfiraziyê”.