Berdevkê Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê sedem gotinên Sererkanê Hêzên Çekdarên Îranê bi daxuyanîyek bersiv da:
Di daxuyanîyê da tê gotin ku, di derbarê mafên gelê Kurdistanê de axaftin ne karê wî birêzî ye û ev yek weke deswerdaneke eşkere li karûbarên navxwe yê Kurdistanê tê hejmarkirin.
Berdevkê Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de dibêje: “Li gorî nûçeyekê Ajansa Tesnîm a Îranê, Sererkanê Îranê Baqirî derbarê giştprisiya 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê de gotiye, qet nabe giştpirsiyeke wiha were kirin.”
Wezareta Pêşmerge di bersiva xwe da dibêje: “Em ji vir ji hemû aliyan re radigihînin, ku derbarê mafên gelê Kurdistanê de axaftin ne karê wî birêzî ye û ev yek weke deswerdaneke eşkere li karûbarên navxwe yê Kurdistanê tê hejmarkirin. Giştprisî mafekî rewa û siruştî yê gelê Kurdistanê ye û ji xeynî gelê Kurdistanê, mafê ti kesên din nîne li ser biaxive.”