Komîteya Bilind a Referandumê biryar da ku şandeke danûstandinê bo gotûbêjkirina mijara referanduma Herêma Kurdistanê bişîne Bexdayê.
Komîteya Bilind a Referandumê bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.
Civîna komîtê demekê berê bi dawî bû.
Piştî civînê, di derbarê naveroka civînê de daxuyaniyeke kurt hate weşandin. Di daxuyanîyê da tê gotin, ku di civînê de pêşhatên herî dawî yên siyasî û helwestên navxweyî û navçeyî û navdewletî hatine gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê, biryara birêkirina şandeke ku ji bo Bexdayê danûstandinê bike hatîye pesend kirin.
Roja 7ê Hezîrana 2017ê, hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, ji bilî Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê, bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê civiyabûn û biryara sazdana referanduma bo serxwebûna Herêma Kurdistanê dabûn.
Li gorî wê biryara aliyên siyasî yên Kurdistanê, roja 25ê Îlona îsal bo birêveçûna referanduma Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.