Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) di derbarê civîna James Mattis û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de behsa daxwazeke weke paşixtina giştpirsiyê nehatiye kirin.
Berdevkê Pentagonê dibêje: “Roja 22 Tebaxê Wezîrê Berevaniyê James Mattis li gel Serok Mesûd Barzanî civiyan. Di civînê de Matti ji ber pêşengiya bi hêz a pêşmerge, ku bûye hevbeşekî giring di şerê DAIŞê de, spasî kir. Wezîr Mattis ji ber serkeftina operasyona Mûsilê pîrozbahî li Serok Barzanî kir û ragihand, ku azadkirina bajêr di encama hemahengiya bihêz a Bexda û Hewlêre pêk hatiye.”
Pentagon dibêje, di hevdîtinê de Wezîrê Berevaniya Amerîkayê daxwaza berdewambûna guftûgûyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji Serok Barzanî kiriye.