Serokê Cebheya Iraqî bo Diyaloga Niştimanî Salih Mutleg diyar dike ku ragihandina dewleta kurdî, ne di berjewendiya kurdan de ye, lê eger ev daxwaz ji aliyê piraniya gelê kurd ve were xwestin, ewê jî rêzê li ber bigrin.
Salih Mutleg li ser giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Bi baweriya min, niha ragihandina dewleteke kurdî, ne di berjewendiya birayên me yên kurdan de ye. Lê eger ew ji vê daxwazê venegerin, mafê wan heye ku wan deverên ku ji bo wan giring in destnîşan bikin, ku dibînin mafê wan li wir heye û nabe baweriya xwe li ser vê bingehê ava bikin tiştê ku bi hêzê hatiye standin. Çi tiştê ku ji DAIŞê yan jî ji aliyên din hatibe standin. Ji ber ku eger ev nêrîn bibe bingeh, wê berê me bide pirsgirêkan.”
Mutleg herwiha diyar kir: “Em hêvîdar in ku em di nav welatekî de bi hev re bijîn, lê eger em û birayên xwe yên Kurd nikaribin bi hev re bijîn, bila ew mafê xwe bistînin û em bibin cîranên baş û delal û hêja.
Tevî ku baweriya min bi vê nêrînê nayê, lê eger ev xwesteka piraniya Kurdan be, em rêzê li vê xwestekê digirin. Lê careke din ez dibêjim, ew jî weke şîretekê, niha ne dema vê yekê ye, ji ber ku em heta niha li dijî DAIŞê şer dikin û birayên me yên Kurd bêne vê projeya xwe bi vî awayî pêşkêş bikin, ev yek ne di cihê xwe de ye.”