Balyoza Amerîkayê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de got: “Em rêzê ji doz û daxwaza gelê kurd re digrin lê referandûma serxwebûnê me ji armanceke din dûr dixe.”
Nûnerê NY bo Karûbarên Iraqê (UNAMI) Jan Kûbîs û Balyoza Amerîkayê ya NY Nikki Haley civiyan û rewşa Iraqê û referandûna Başûrê Kurdistanê gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya UNAMI, di civînê de herdu aliyan behsa rewşa Iraqê û operasyona Mûsilê kirine.
Derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de Kikki Haley gotîye: “Ji bo biryara li ser çarenivîsa xwe em rêzê ji doz û daxwaza gelê kurd re digrin. Lê referandûma serxwbûnê dibe sedema dûrketina me ji ewlewiyeteke din, ku ew jî şerê DAIŞê û aramiya Iraqê ye.”