Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê PAK Mûstafa Ozçelîk got, ku dema serxwebûn were ragihandin û Ala Kurdistanê di Netweyên Yekgirtî de bilin bibe, ev yek dê rêya azadiya her sê parçeyên din ên Kurdistanê jî veke.
Li Amedê 6 partiyên Bakurê Kurdistanê PAK, PSK, OSP, PDK-Bakur, ji bo piştgiriya îradeya gelê Başûrê Kurdistanê, Komxebata Giştpirsiya Serxwebûna Kurdistanê li dar xistin.
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê PAKê Mûstafa Ozçelîk di dema komxebatê de ji Rûdawê re axivî û diyar kir, ku ew ê li Bakurê Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur pişgiriya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin.
Ozçelîk got: “Em weke partiyên Bakûrê Kurdistanê ji bo pişrtgiriya referandûma Başûrê Kurdistanê komxebatekî lidardixin. Ev xebat destpêkek e, em dixwazin ji vir ji bo piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê destpêşxeriyekê derbixin. Kîjan kesayet an jî sazî pişrgirî bide referandûmê, em dixwazin li gel wan pêwendiyê daynin, toreke berfereh ji bo piştgiriyê bihonin.”
Mûstafa Ozçelîk di berdewama axaftina xwe de diyar kir, ku ew dixwazin bi konferans, mîtîng û danûstandinên li gel balyozxane û rayadarên dewleta Tirkiyê, çapemeniyê, saziyên sivîl, xebatekî ji bo referandûmê bikin.
Herwiha Ozçelîk da zanîn ku ger Başûrê Kurdistanê bibe dewlet û li Netewên Yekbûyî ala Kurdistan li ba bibe dê hingê ji bo beşên din ên Kurdistanê jî deriyê azadiyê vebibe.
Ozçelîk wiha axivî: “Em bawer dikin, ku bi tevê pirsgirêkan dê di referandûma Başûrê Kurdistanê bi rêjeyeke bilind dengê erê derbikeve û rêya serxwebûnê vebe. Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê vê mijarê bi rêya diyalog û aştiyê li gel Bexdayê çarese bike. Gava serxwebûn were ragihandin û Ala Kurdistanê li Netweyên Yekgirtî were bilindkirin, ev yek dê rêya azadiya her sê parçeyên din ên Kurdistanê jî veke. Dê bandora xwe li hizra neteweyî ya 50 milyon kurdên cîhanê bike.”