Endamê rêvebirîya PDKê, Hêmin Hewramî radigihîne ku, PDKê bi şêweyeke rasterast dest bi têkiliyên bi Goranê re kiriye û PDK jî razî bûye ku Parlamentoya Kurdistanê bê şertû merc were çalakkirin.
Hêmin Hewramî roja duşemîyê beşdarî bernameya Rûdawê bibû û di bernamê da da xuyakirin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji 16ê Tîrmehê ve bi awayekê rasterast pêwendî bi Tevgera Goranê ra danîye û daxwaza civîna du alî û rûbirûbû ji Goranê kiriye.
Hewramî diyar ki ku, ew pêwediya rasterast û daxwaza civîna bi Goranê re, li ser raspardeya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bûye.
Hêmin Hewramî da nîşankirin ku, wan bi awayekê fermî daxwaza xwe pêşkêşî Goranê kirine û niha ew li benda bersiva wan a fermî sekinîne.
Hewramî tekez kir ku, PDK bi armanca serxistina referandumê dest ji mercên xwe berdaye, heta razî ye ku Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed vegere ser erkê xwe.