Partiya Demokratîk a Gelan HDP bi daxûyaniyek nivîskî, dîtina xwe ya derbarê Referendûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand. `HDp diyar dike ku, Referandûma serxwebûna Kurdistanê mafek demokratîk û rewa ye.
Lijneya Rêvebir ya HDPyê îro derbarê referandûma Serxwebûna Kurdistanê de daxûyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ko Herêma Kurdistanê ji ber pirsgirêkên xwe yên digel hikûmeta navendî mijara serxwebûnê dibe referandûmê. Biryara referandûmê ko xelk viyana xwe bikartîne biryarek demokratîk e. Ji bo diyarkirina mafê dahatûyê jî maefeke rewa ye.
HDP di daxûyaniya xwe de dibêje ew hêvî dikin ko encama referandûma serxwebûna Kurdistanê xizmet ji aşitiyeke mayînde û demokrasiyê re bike.