Rêvebiriya xweser a Katalonyayê ya li rojhilatê Îspanyayê her çiqas dewleta Îspanyayê dereqanûnî îlan kir jî pêşnûmaya referandûma serxwebûnê bi raya giştî re parve kir.
Li rêveberiya xweser a Katalonyayê Tifaqa Yekîtiyê ya Bona Erê (Junts pel Si) û Partiya Namzediya Yekîtiya Gel (CUP) pêşnûmaya „Refendûma Tayînkirina Qedera Katalonyayê“ ji raya giştî re eşkere kirin.
Li parlementoya Katalonyayê ji bo pêşnûmayê pêşkeşî hat kirin û di pêşnûmayê de benda di 1ê Cotmehê de referandûma serxwebûnê bê kirin derket pêş. Li gor bendê di encama referandûmê da „erê“ derkeve divê di nav 48 saetan de serxwebûn bê îlankirin û heger „na“ jî derkeve divê hilbijartina berxwet bê kirin.
Îspanya ji ber hinceta destûra hikûmeta navendî û Dadgeha Destûra Bingehîn tuneye referandûma serxwebûnê dereqanûnî îlan kir, lê di pêşnûmayê de tê destnîşankirin biryarên Îspanyayê yên ji bo astengkirina referandûma serxwebûnê nas nakin.
Di pêşnûmayê de tê destnîşankirin referandûm di bin parastina Dîwana Edaletê ya Laheyê û Dadgeha Bilind a Kanadayê de ye.
Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont destnîşan kir heta serok be dê ev referandûm bê kirin û wiha got: „Dewleta Îspanyayê nikare tu referandûmekê asteng bike. Di 1ê Cotmehê de wê trên li hev biqelibin. Wê trênek di rêya mirinê de be û ya din jî bi rêya xwe de here. Di referandûmê da ’na‘ jî derkeve tu tişt dê wekî berê nebe.“
Mariano Rajoyê Serokwezîrê Îspanyayê di daxuyaniya xwe da destnîşan kiribû li Katalonyayê dê destûrê nedin referandûmê û wiha gotibû: „Desthilatdariya neteweyî ya hemû welatiyên Îspanyayê ye û tu rêveberiyeke xweser nikare vê asteng bike.“