Piştî ku Heşda Şeibî ji sînorê Şingalê gihîşte ser sînorê Sûriye, Fermandarê Supaya Qudsê ya Îranê Qasim Silêmanî, li ser sînor wêneyekî xwe belav kir. Li gorî pisporan ev pêngava Heşda Şeibî plana Îranê ya ji bo gihîştina Derya Spî û çêkirina Hîlala Şîe ye. Lê ji ber hebûna hêzên amerîkî li Rojavayê Kurdistanê rastî astengiyeke ciddî hatiye.
Niha Heşda Şeibî dixwaze 200 kîlometreyan ber bi başûrê Şingalê ve here, ku bajarokê Behacê kontrol bike û di riya bajarokê Meyadîn a Sûriyê re bigihîje Şamê.
Weke pispor dibêjin, ew yek bi fermana Qasim Silêmanî bûye, ji bo ku rastî hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê neyên û Îran bi riya Şamê, derbasî Lubnanê bibe û bi alîkariya Hizbullahê bigihîje ser Derya Spî.
Li hember vê planê Amerîka jî ne bê helwest e. Cîgirê Fermandrê Operasyonên Taybet ên Amerîkayê General Tomas Task diyar dike, ku liser daxwaza Pentagonê, niha hêzên wan li herêmê manor û ceribandinan li dijî plan û torên Îranê dikin.
Rojnameya Gardian jî eşkere dike, ku ev guhertin bi destê fermandarê îranî Qasim Silêmanî û Fermandarê Giştî yê Heşda Şeibî Hadî Amîrî tê kirin. armanca sereke ya plana nû jî kontrolkirina bajarokê Beacê ye, da ku ev dever bibe xelekeke sereke ya bi hevgihandina Hîla Şîe ya Îranê bo Sûriyê.
Rêrewa Hîlala Şîe ya Îranê ji Tehranê dest pê dike, biser Celewma digihe bajarê Baqûba yê Iraqê û ji wir digihe Tileferê. Di berdewam de jî bi rêya Şingalê, bi hevkariya PKKê digihe Sûriyê. Lê hebûna hêzên amerîkî yên li Rojavayê Kurdistanê, li pêşiya vê rêrewê bûye asteng.
Lewma Îran plana xwe diguhere. Niha berê plane biser Beacê ve digihe bajarokê Meyadîn û rîfên Dêrezora Sûriyê. Ji wir, bi riya Tedmûrê digihe Şamê, Lûbnanê û bi vî awayî gihiştina Îranê ya Derya Spî misoger dike.
Çêkirina vî hîlalî, ji aliyê başûr ve Herêma Kurdistanê jî dixe nav nîv dorpêçekî û bereyekî dirêj di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî de avadike.