Piştî belavbûna zanyariyan derbarê wê yekê de, ku PDK razî bûye, ku Parlamentoya Kurdistanê bi vê desteya niha ya serokatiyê were çalakkirin û serokê niha ya parlamentoyê Yûsif Mihemed jî serokatiya yekemîn civînê bike. Berpirsê Medyaya Goranê Ebdurezaq Şerîf ragihand, Goran daxwaz dike ku naveroka peyama Barzanî were cîbicîkirin.
Berpirsê Medyaya Goranê Ebdurezaq Şerîf di daxuyaniyekê de radigihîne, “Yûsif Mihemed ti arîşeyeke yasayî nîne, eger peyama Barzanî weke xwe were cîbicîkirin û her sê serokatî bi pakêtekê bi rêya parlamentoyê ve guhertin tê de werin kirin, Tevgera Goranê ti arîşeye nîne.”
Ebdurezaq Şerîf herwiha tiştekê din pêşniyar dike û dibêje: “Goran bi wê yekê jî razî ye, ku dema xwe civîna aliyên siyasî li Şarê Cuwan a Silêmaniyê li kuderê rawestiya, her ji wê derê ve dest pê bike.”
Roja 13ê Hezîrana 2017ê, her du polîboruyên PDKê û YNKê bi hev re civiyanê û her du partiyan di vê civînê de aktîvkirina parlamentoyê û şêweya wê yekê gotûbêj kirine.
Tê gotin ku, di civîna îro de, PDKê ji YNKê re ragihandîye ku, „Ew arîşe li gel wê yekê nîne, ku Parlamentoya Kurdistanê were aktîvkirin û serokê niha yê parlamentoyê jî serokatiya yekemîn civînê bike.”
Gor zanyarîyan, mercê PDKê ew e ku, bo razîbûna li ser çalakkirina parlamentoyê û rêvebirina civîna yekem ji aliyê Yûsif Mihemed ve ew bûye, ku di civîna duyem de Goran kesekî din li cihê serokê niha yê parlamentoyê berbijêr bike û serokek nû ji parlamentoyê re were destnîşankirin.