Siyasetvanêkî Îsraîl, rêvebirekî Partiya Likud û wezîrê berê Gideon Saar piştgiriya xwe ji bo referand
ûma serxwebûna Kurdistanê ku biryar e 25ê Îlona îsal bê pêkanîn, dîyar kir.
Wezîrê berê yê karên navxweyî û perwerdeyê yê Îsraîlê Gideon Saar li ser hesabê xwe yê Twitterê piştgiriya xwe ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê dîyar kir û ragihand.
Gideon Saar peyama xwe bi îngilîzî û îbranî belav kiriye û tê da dibêje: “Ez piştgirîyê didim biryara referandûma dîrokî ya serxwebûna Kurdên iraqî.”
Saar piştî Serokwezîrê Îsraîlê û Serokê Giştî yê Partiya Likud Binyamin Netanyahu li wî welatî weke mirovê duyem tê naskirin û ji alî xelkê Îsraîlê ve tê hezkirin.
Tê gotin ku Gideon Saar di sala 2019an da wê bibe serokwezîrê Îsraîlê.
Serokwezîrê Îsraîl yê hê li ser text Binyamin Netanyahu jî sala 2014ê de piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê ragihandibû.