Barzanî, piştî diyarbûna roja referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, yekem peyama xwe belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, roja Çarşemê, roja 7’ê Hezîrana 2017’ê piştî diyarbûna roja referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, ku piştî civîna wî ya bi aliyên siyasî re hat aşkereirin, peyamek belav kir.
Di vê peyamê de, Barzanî sê zimanan Kurdî, Îngilîzî û Erebî kêfxweşiya xwe bi diyarkirina roja referandumê tîne ziman û dibêje:
“Keyfxweş im û radigihînim ku, dema encamdana referanduma li ser serxwebûnê hate diyarkirin, ew jî roja 25ê Îlona 2017ê ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re ji bo gotûbêjkirina mijara referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî bajarê Hewlêrê civiya.
Civîna Barzanî û aliyên siyasî berî demekê bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî bi dawî hat. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku roja 25ê Îlona 2017ê weke roja sazkirina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hatîye diyarkirin.
Di civîna li gel Barzanî de, ji bilî Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê, hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê amade bûn.
Herwiha di civîna de, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serok û Cîgirê Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandumê ya Kurdistanê jî amade bûn.