Şanda ji parlamenterên Almanî pêktên, serdana xwe ya ji bo Tirkiyê betal kirin.
Cîgira Serokê Parlamentoya Almanya Claudia Roth bi biryareke ji nişkêva ve serdana şandeke parlamenterên wî welatî bo Tirkiyê betal kir.
Sedema betalkirina serdanê nehatiye xuyakirin, lê belê hatiye gotin, ku Cluadia Roth dê sibe çarşembiyê 24ê Gulanê di vê bareyê de daxuyaniyeke rojnamevanî bide.
Biryar bû ku roja pêncşembiyê 25ê Gulanê şandeke parlamentoya Almanyayê bi serokatiya Roth serdana Tirkiyê bike.
Li gorî zanyariyan, biryar bû ku serdana wê şandê 3 rojan û heta 28ê Gulanê berdewam bibe, herwiha ew şanda Almanî serdana serbazên Almanî yên li binkeya leşkerî ya Încîrlîkê bike û bi rayedarên Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Demokratîka Gelan (HDP) û herwiha Hevserokê Berê yê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk re hevdîtinan bike.
Herwiha hatibû gotin ku Cluadia Roth tevî 3 parlamenterên din ên Almanya dê li Enqere, Stenbol û Amedê hevdîtinên xwe pêk anîbana.