Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi erênî pêşwazî li biryara Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) a bi fermî biçekkirina hêzên wan kir û “herçend biryareke derengmayî jî be lê di cîh de û dadperwerane ye” got.
Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl bi daxuyaniyekê ragihand ku, biryara Pentagonê biryarekî dernegmayî ye lê di cîh de û biryareke dadperwerane ye.
Rêdûr Xelîl di daxuyanîya xwe da, “Ev yek nîşana wê bawriyê ye, ku hêzên me di şer de avakirine û selmadine, ku li şûna cîhanê şerê DAIŞê û terorê dimeşîne. Zêdetirî 5 sal û nîv e, şerê me ya li dijî terorê didome. Di hemû eniyên şer de serkeftin hatin bidestxistin. Hemû cîhanê û Hevpeymaniya Navdewletî ya ku Amarîka serkêşiya wê dike, dît ku YPGʹê di rêza yekemîn de şerê terorê dike” got
Berdevkê YPGê destnîşan dike ku, biryara biçekkirina hêzên wan, îdîa û angaştên ne rast ên ji bo reşkirina YPGê jî pûç dike.
Xelîl ev biryar weke “biryareke dîrokî” binav û diyar dike ku, ev biryar dê hêzeke pêşketinê bide hemû hêzên demokratîk, encamên mezin û bi lez jî bi xwe re bîne.
Rêveberiya Trump biryara Pentagonê ya derbarê biçekkirina YPGê de pesend kir. Li gorî vê biryarê dê Amerîka çekên giran bide YPGê ye kin ev jî weke amadekariya destpêkirina operasyona bajarê Reqayê ye.