Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê projeya derbarê yekkirina hêzên ser bi Wezareta Pêşmerge ve pesend kir.
Serokê Fermangeha Hemahengû û Pêdaçûnê Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nûrî Osman ji Rûdawê re ragihand, ku Civata Wezîran projeya derbarê yekkirina hêzên ser bi Wezareta Pêşmerge ve pesendkiriye û ji bo erêkirinê dê vê projeyê pêşkeşî Serokatiya Herêma Kurdistanê bikin.
Beriya niha Berpirsê Ragihandina Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet ji Rûdawê re ragihadibû, eger Serokê Herêma Kurdistanê, ku di heman demê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê ye, vê projeyê pesend bike, dê raste rast were cîbicîkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi hevkariya tîmekî pispor ji wezaretên berevaniyê yên Amerîka, Brîtanya û Almanyayê, dixwaze ji bo çaksaziyên nav Wezareta Pêşmerge pêngavan biavêje. Ji bo vê armancê jî projeyekî 35 xalî hatiye amadekirin.
Roja 7ê Gulana 2017, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talabanî, herwiha berpirsên Wezareta Pêşmerge ligel vê tîma şêwirmend civiya û tîma navborî pêşniyar û bernameya karên xwe yên hevbeş eşkere kir.
Armanca vê projeyê di paşerojê de pêkanîna hêzeke serbazî ya profesyonel e.
Rudaw