Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon), liser tevgera Heşda Şeibî ya li hember Hêzên Pêşmerge ya li sînorê Şingalê, hişyarî da û daxwaz kir ku, ew di bin kontrola fermandariyên leşkerî yên hikûmeta Bexdayê de tevbigerin.
Berdevkê Pentagonê Jeff Davis amaje bi tevgera Heşda Şeibî ya li başûrê Şingalê ya li hember Hêzên Pêşmerge kir û ragihand, divê hemû aliyên pabendê biryar û rênimayên berpirsên Bexdayê bin.
Davis da xuyakirin ku, danûstanin û şêwirîna ligel Iraqê ne hêsan e, ji ber ku li vî welatî gelek hêzên mîna Haşda Şeibî hene.
Berdevkê Pentagonê got: “Serokatiya fermandeyiya şerê li dijî DAIŞê ji Bexdayê ve têkirin. Divê ew hêzên ku beşdarî vî şerî dibin, vê rastiyê bizanin û pêk bînin.”
Hêzên Heşda Şeibî roja 25ê Gulana 2017ê, di çarçoveya “Operasyona Mihemmed Resûlallah” de êrîşê bajarokê Qeyrewanê ya li başûrê Şingalê û 13 gund û komalgehên Kurdên Êzidî kirin û ev navçe ji destê DAIŞê derxistin.
Tevgera Heşda Şeibî ya li herêmê, bû sedema nîgeraniya Fermandariya Hêzên Pêşmerge.
Roja Sêşemê 30-05-2017 Fermandeyê Giştî yê Hêza Çekdarên Herêma Kurdistanê derbarê rola Heşda Şeibî ya li Şingal û navçeyên derdorê daxuyaniyek weşand û diyar kir: “Ti hêzek nikare û mafê wê nîne ku bikeve nav xaka Kurdistanê û yê ku hez jî dike, bila xwe biceribîne û dê serê wan li çiyayên Kurdistanê bikeve.”